HPG: Li Heftenîn û Metîna 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê asê maye û rojane ji ber çalakiyên gerîla windahiyan dide.
HPG’ê Ragihand li di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ku ji 23 yê Nîsanê ve êrîşî başûrê Kurdistanê dike ji ber çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakiyên bi bandor li dar dixin.

HPG’ê destnîşan kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4’ê Gulanê li qada Zendûra ya Metînayê bi awayekî serketî li dagirkerên li ser Girê Azad xistin.

HPG’ê derbarê çalakiyên di çarçoyea ‘Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ev agahî parve kir,

“4’ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar bi çekên giran çalakiyek hate kirin û li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

4’ê Gulanê li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê, li girekî ku dagirker berê lê bi cih bûn, hêzên me yên YJA-Starê çalakiyek li dar xistin.

4’ê Gulanê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, di çalakiya hêzên me de 3 dagirker hatin kuştin.

4’ê Gulanê li qada Zendûra ya herêma Metînayê di çalakiya li ser Girê Tankê de 2 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

HPG’ê da zanîn

3’ê Gulanê qada Dergelê û qada Zendûra yên Metînayê,

4’ê Gulanê qada Adil-beg û qada Aris Faris a herêma Avaşînê,

4’ê Gulanê Girê Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Mervanos û Şehîd Dilgeş ên li herêma Avaşînê,

4’ê Gulanê qadên Cîlo yê Biçûk û Qela Bêdewê yên herêma Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bomnbebaran kirin.

HPG’ê diyar kir di van bombebaranan de ti ziyan bi hêzên gerîla nebuye.

Back to top button