Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Coronayê 7 kesên din mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kes ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser jî qedexeya derketina derve ya beşî 10 rojên din dirêj kir.

Rêjeya belavbûna vîrusa Corona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm dibe.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku di 24 saetên dawî de 7 kes ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dane.

Mustefa destnîşan kir ku 44 kesên din jî bi Coronayê ketin û 6 kesê ku pêketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan, hejmara kesên bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 16 hezar û 319 kes ji wan 636 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 673 kes baş bûn.

Qedexeya beşî li herêmê hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Qedexeya beşî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30’ê Nîsanê ragihandibû, îro bi biryareke nû hate dirêj kirin.

Li gorî biryarê qedexeya beşî wê ji 7’ê Gulanê heta 16’ê Gulanê were dirêj kirin, her wiha ji 7’ê êvarê heya 7’ê sibehê dibê dewam bike.

Biryarname bi vî awayî ye:

Dergehên sînorî ji bilî rewşên mirovî, nexweş, şagirt û tevgera bazirganiyê wê bê girtin.

Hemû cureyên kombûnan di dirêjahiya dema qedexeyê de tên qedexekirin.

Dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan tên girtin.

Rêveberiya Xwerser bang li welatiyan kir ku pîvanên xweparastinê pêk bînin.

Back to top button