KCK: Berxwedana gerîla berxwedana parastina Kurdistanê ye

Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir gerîla li dijî êrîşan bi rengekî fedayî û dîrokî li ber xwe didin û şerê hebûn û jiyana azad a gelê Kurd dimeşînin.
KCK’ê destnîşan kir berxwedana gerîla berxwedana parastina temamiya Kurdistanê ye û got, “artêşa Tirk a dagirker wê bi berxwedana gerîla û bi serhildanên gel bê qewitandin.”

Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir armanca êrîşên dagirkeriyê ew e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi ser bixîne.

KCK’ê destnîşan kir gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşan bi rengekî fedayî û dîrokî li ber xwe didin û li dijî êrişa qirkirinê şerê hebûn û jiyana azad a gelê Kurd dimeşînin.

KCK’ê da zanîn gerîla şerê parastina gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê dike û wiha got,

“Êrişên dagirkeriyê ne tenê li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, êriş li ser her parçeyekî Kurdistanê ye. Berxwedana gerîla banga li gelê Kurd û hêzên siyasî ye ku bi hev re Kurdistanê biparêzin. Ev berxwedan, berxwedana parastina temamiya Kurdistanê ye.”

KCK’ê diyar kir berxwedana li dijî dagirkeriyê divê weke berxwedana hebûna neteweyî ya Kurdan bê dîtin û anî ziman eger êriş û berxwedan di vê astê de neyê dîtin, Kurd wê bikevin nava xefleteke dîrokî û encamên vê jî, wê ji bo her parçeyên Kurdistanê giran be.

Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de destnîşan kir artêşa Tirk a dagirker wê bi berxwedana gerîla û bi serhildana gel bê qewitandin.

Back to top button