Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt didome.
Dayîkên li Wanê bang li desthilata dewleta Tirk kir ku guh bidin daxwazên girtiyan.
Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê jî got ku heta ku tecrîd bi dawî nebe û riya aştiyê venabe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin 160 roj in didome.

Li gel vê, çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî 139 roj li pey xwe hişt.

Her wiha çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 122 roj in dewam dike.

Dayîkên li Wanê: bila di roja dayîkan de, hemû zarok li gel dayîkên xwe bin

Li kêleka vê jî bangên malbatên girtiyan ên hestiyarî jî dewam dike.

Bi nêzbûna Roja Dayîkan, dayîkên li Wanê bang li rayedaran dikin ku bila guh bidin daxwazên girtiyan.

Hanîfe Koçak diyar kir ku li herêmê operosyonên leşkerî û li girtîgehan jî li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hene.

Ji ber vê sedemê em bi dilekî rihet nikarin Roja Dayikan pêşwazî bikin.

Songul Abu jî anî ziman ku bila deriyên girtîgehan bên vekirin, bila rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Hediye Akman jî got:

Êdî em vê zilmê naxwazin. Bila roja dayikan, hemû zarok li gel dayikên xwe bin.

HDK: Heta ku tecrîd bi dawî nebe û riya aştiyê venabe

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî derbarê domandina tecrîda ser Rêber Ocalan daxuyaniyek da.

Desteya Rêveber HDK’ê got ku tecrîda li ser Ocalan gav bi gav dibe tecrîda li ser mafên demokratîk û azadiyê, tecrîda li ser daxwaza jiyana mirovî û hêviya ji bo paşeroja welêt e.

HDK’ê diyar kir ku polîtîkaya şer û tecrîdê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê aboriyê têk dibe û heta ku tecrîd bi dawî nebe û riya aştiyê neyê vekirin, xilasî ji krîz, xizanî, polîtîkayên zordar ên dewleta birçîbûnê nîne.

Back to top button