Li gundê Hemam Tirkmen ê Girê Spî hejmarek sivîl hatin revandin

Li Girê Spî ya dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk hejmarek sivîl ku di nav de jin hene revandin.

Duh çeteyan bi ser gundê Hemam Tirkmen ê bi ser Girê Spî ya dagirkirî de girt û gelek sivîl revandin.

Li gorî Nûçeya ANHA’yê, çeteyan hejmarek ji sivîlan revandin. Navên hin kesên hatine revandin wiha ne:

Mihemed El-Keraz ê ji eşîra El-Bo Xalid, Cîhad El-Berho û 2 birayên wî yên ji eşîra El-Bacêrat, Ehmed Ubêd El-Hemdan û jinên bi navên Site El-Dewan û Necah El-Ebid.

Waliyê Rihayê serdana bajarê Girê Spî kir

Li aliyekî din, ji bo pêkanîna guhertina demografiyê, reyadarên dewleta Tirk a dagirker serdana xwe ji bo herêmên dagirkirî didomînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh waliyê Rihayê serdana Girê Spî ya dagirkirî kir.

Li gorî çavdêriyê, 8’ê Adara borî, waliyê Rihayê tevî hin rayedarên tirk û fermandarê hêzên Cendirmeyan, serdana bajarê SerêKaniyê kiribû.

Her wiha, 24’ê Gulana sala borî jî, Wezîrê Hundirîn ya dewleta Tirk Suleyman Soylu serdan bajaroka El- Raî ya dagirkirî kir.

Back to top button