Jinên ji Efrînê: Di nava kampan de em xwe dispêrin çandiniyê

Jinên Efrînê yên ku ji cih û warên xwe koçber bûne ji bo ku zehmetiyên koçberiyê û dabara jiyana xwe bi rêve bibin li ber mala xwe baxçeyên biçûk diçînin û bi cîranên xwe re parve dikin. Jinên Efrînê diyar kirin ku ew di nava kampan de xwe dispêrin çandiniyê.

Şêniyên Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Kantona Şehbayê bûn.

Şêniyên Efrînê bi girêdana ax û şînahiyan tên nasîn loma Kantona Şehbayê veguherandin qadeke ji şînahiyan.

Li pêşiya her konekî mirov rastî şînahiyan tê.

Her wiha bi demsala biharê re hemû şînahî, fêkî, gul û çîçek hatine çandin û kampa koçberan xwe veguherandiye bedewiya biharê.

Şêniyên ku li kampan dijîn ji bo ku bandora ambargoya rejîma Baas li ser wan zêde nebe bi riya çandiniyê debara xwe dikin.

Fatimê Ehmed ku li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê bi cih bûye wiha behsa rewşa koçberiyê dike.

Jinên ji Efrînê: Em kampa koçberan bi şînahiyan dixemilînin

Zekiye Mustafa jî diyar kir ku ew ê her derê bi xwezayê û çandiniyê bixemilînin, ji ber ev çanda wa ye.

Back to top button