Şêniyên Gerkê Legê: Em ê Zap, Metîna û Avaşîn ji wan re bikin goristan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê didomin.
Li Girkê Legê û Reqayê bi çalakiyên cûda, erîş hatin şermezarkirin û piştgiriya berxwedana gerîla hate kirin.

Çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê didomin.

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û gundên derdora wê bi dirûşma “Azadiya rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” meşek li darxistin.

Şêniyan piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlan re diyar kirin.

Şêniyan anîn ziman ku bêdengiya civaka navneteweyî û paşguhkirina wê, armanc jê ew ku planên xwe pêk bînin.

Şêniyên Girkê Legê diyar kirin ku wê ê Zap, Metîna û Ava Şîn ji dagirkeran re bibe goristan.

Jinên Ciwan yên Reqayê: Dê gerîla dagirkeriya Tirk têk bibe

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi gerîlayan re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, nîşan dan.

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê hate şermezar kirin û hate gotin, arrmanca êrişan ewe ku komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk bînin lê wê li dijî berxwedana gerîla têk biçin.

Jinên Ciwan ên Reqayê di dawiyê de bang li ciwanan kirin ku tev li refên gerîla bibin û li hember îxanetkar û dijminan şer bikin.

Back to top button