MEDYA ÇINAR A LI GIRTÎGEHA MÊRDÎNÊ ÇALAKIYA FEDAYÎ PÊK ANÎ Û ŞEHÎD BÛ

Li girtîgehan tevî çalakiyên grevê yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan agahiyên çalakiyên canbexşane tên..
Piştî Zulkuf Gezen, Aytan Beçet û Zehra Saglam, Medya Çinar li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî.
Li aliyekî din li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya diyar kir ku nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û got:
Heta daxwazên me neyên qebûl kirin, em ê çalakiya xwe dewam bikin.

Li girtîgehan agahiyên çalakiyên li dijî tecrîdê didomin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan çalakiyek canbexşane pêk anî.

Hat zanîn ku Medya Çinar a 24 salî ji doza Nisêbînê tê darizandin û ji bo tevlêbûna danişînê, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê anîne Mêrdînê.

Hat diyar kirin ku Çinar di saetên serê sibê de çalakî pêk anîye û dawî li jiyana xwe anîye.

Cenazeyê Medya Çinar ji aliyê malbatê ve ji Morga Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin.

Malbatê cenaze bir gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê.

Lê belê leşkeran nehişt wesayîtên xwestin bi wesayîta cenaze re biçin têkevin rê.

Her wiha leşkeran gund dorpêç kir û têketina gund girtin.

Parlementerên HDP’ê jî di nav de bi sedan kes xwestin tevlî merasîma cenaze bibin.

Lê li têketina gund leşkeran nehiştin xelk têkevin gund.

Li ser vê di navbera parlementer, welatî û leşkeran de alozî derket.

Leşekaran diyar kir ku biryar biryara Walîtiya Mêrdînê ye û kes nikare tevlî merasîmê bibe.

Piştî nîqaş dewam kir vê carê leşkeran îdîa kir û got: “Malbat we naxwaze.”

Piştî van nîqaşan, bi sedan kesên hatin gund li têketina gund sekinîn.

Cenaze li goristana gund hat veşartin.

Çinar di 31’ê Gulana 2016’an de li gel 42 kesan li navçeya Nisêbînê hatibûn girtin.

Her cara ku tev li danişê bû diyar kiribû ku êşkenceyên giran li wan tên kirin.

Çinar di parastinê de gotibû “Ger ku îro li dijî vê zilmê têkoşîn nebûya dê îro dîsa heman tişt dubare bûbûya.

“HEYA KU DAXWAZA 7 HEZAR GIRTIYAN NEYÊ PEJIRANDIN EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN”

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand:

Di daxuyaniyê de çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam hatin bibîranîn û wiha got;

Bi 7 hezar kesên tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne heta daxwazên me bi cih werin anîn em ê çalakiya xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, sazî û dezgehan, raya giştî ya cîhan û Tirkiyê û hemû kesên dibêjin ‘ez mirovim’ hat kirin ku bi hestiyar tevbigerin

Leave a Reply

Back to top button