Koma Dadgerî daxwaz ji konsolê Amerîkyê kir ku çavdêriya dosya girtiyên Behdînanê bike

Derbarê biryara 6 sal cezayê girtiyên Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê, Serokê Koma Dadgerî daxwaz ji konsolê Amerîkayê kir ku çavdêriya dosyaya girtiyên Behdînanê bike.

Serokê Koma Komele ya Dadgerî Ebdulstar Mecîd a li parlamentoya Başûrê Kurdistanê derbarê girtiyên Behdînanê de daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Mecîd ragihand ku ew bi berpirsê dosyaya siyasî ya konsolxaneya Amerîkayê re civiyan û wan nerazîbûna xelkê herêmê ya ser biryara 6 sal cezayên girtiyên Behdînanê anîn ziman.

Mecîd diyar kir ku Dadgeha Temîzê pêwîst bû dosya girtiyên Behdînan baş lêkolîn bikira, lê di vê dozê de diyar bû ku dadgeh di bin bandora partiya desthilatdar de maye.

Serokê Fraksiyona Komele ya Dadgerî Ebdulstar Mecîd got ku wan daxwaz ji konsolê Amerîkyê kir ku çavdêriya dosyaya girtiyên Behdînanê bike.

Ebdulstar Mecîd anî ziman ku dadgehên herêmê serbixwebûna xwe ji dest dane û zordariyê li xelkê dikin, vê yekê jî bêhêvîtî di nava xelkê de çêkiriye.

Back to top button