Balafiran derdora gundê Kêstê yê Amêdiyê bombebaran kir

Li başûrê Kurdistanê jî gel li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava tevgerê de ye.
Welatiyên gundê Kêste yê Amediyê Başûrê Kurdistanê ku duh şev ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatibû topbarankirin bang li hikûmeta herêmê kir ku êrîşên dagirkeriyê bidin rawestandin.
Pêşmergeyên Dêrîn yên Silêmaniyê jî êrîş şermezar kirin û gotin ku êrîş ne tenê ser PKK’ê li ser hemû Kurdan e.
Hat ragihandin ku rûniştina awarte ya parlemantoya Iraqê ya derbarê êrîşên dewleta Tirk de heya piştî Cejna Remezanê hat paşxistin.

Êrîşên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Berxwedana gerîlayan a dijî dagirkeriyê jî bê navber dewam dike.

Duh bi şev ji ber têkçûna artêşa Tirk ya hemberî berxwedana gerîlayan, balafiran derdora gundê Kêstê yê Amêdiyê bombebaran kir û ziyanek mezin da rez û baxçeyê welatiyên gund.

Welatiyek ji gundê Kêste dîmenê kêliyên şer qeyd kiriye û bang li hikûmeta herêmê kir ku van êrîşên dagirkeriyê rawestîne.

Pêşmergeyên Dêrîn: Êrîş ne tenê dijî gerîlyan e, dijî hemû Kurdan e

Pêşmergeyên Dêrîn yên herêma Şarezûr a Silêmaniyê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û gotin ku ev êrîş ne tenê li dijî gerîlyan e li dijî hemû Kurdan e.

Rûniştina awarte ya parlemantoya Iraqê hat paşxistin

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya girêdayî Parlemantoya Iraqê Bedir El-Ziyadî eşkere kir ku rûniştina awarte ya parlemantoya Iraqê ya derbarê destdirêjiya Tirkiyê heya piştî cejna Remezanê hat paşxistin.

Bedir El-Ziyadî diyar kir ku civîna awarte ku diviyabû beriya çend rojan bihata lidarxistin, lê hin aliyên siyasî rê li pêşiya vê civînê girtin û nehiştin pêk were û ji bo paş cejna Remezanê hate paşxistin.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlemantoya Iraqê Bedir El-Ziyadî bang kir ku divê hikûmet di aliyê navnetewî de tevbigere da ku rê li pêşiya destdirêjî û dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî serweriya Iraqê bigire.

Back to top button