Artêşa Pakistanî: 4 leşkerên me li sînorê digel Efxanistanê hatin kuştin

Artêşa Pakistanî ragihand ku 4 leşkerên wê li ser sînorê digel Efxanistanê hatin kuştin.

Artêşê got ku li devera Zob a sînorî ya herêma Pelûxistanê, 4 leşkerên wê di dema danîna têlan de, di kemînekê de hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Tevgera Talîbana Pakistanî ya qedexekirî, bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşê girte ser xwe.

Di çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Pakistanê ji balyozxaneya Efxanî ya li Islam Abadê xwest ku rêkaran li dijî komên terorîst xurttir bike.

Pakistanê anî ziman ku ew têlên strîdar li dirêjahiya 2 hezar û 500 km li ser sînorê bi Efxansitanê re datîne.

Back to top button