Angela Merkel ji Erdogan xwest hemû çeteyên xwe ji Lîbyayê vekşîne

Almanya ji Tirkiyê daxwaz kir ku zêdeyî 20 hezar çeteyên xwe ji Lîbya vekşîne. Ev yek di demekê de tê ku dewleta Tirk hewl dide peymana bi alîgiriyên xwe re îmze kiribû, biparêze. Jixwe parastina vê peymanê jî ji aliyê hikumeta Lîbî ya demkî hat dupatkirin.

Seroka Hikûmeta Alman Angela Merkel ji serokkomarê Tirkiyê Erdogan daxwaz kir ku hemû çeteyên xwe ji Lîbyayê vekşîne û avêtina vê gavê bi pêkanîna aramî û demokrasiyê ve girêda.

Li gorî navgînên ragihandinê yên Alman, Angela Merkel duh bi rêya online hevdîtinek bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re kir û daxwaza vekişîna çeteyan jê kir.

Berdevkê Merkel Sefen Spirt derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wan û Tirkiyê ji bo piştgiriya hikûmeta demkî ya Ebulhemîd El-Dibêbe, li hev kiriye.

Li gorî raporên NY, li Lîbyayê derdora 20 hezar çeteyên biyanî hene. Lê raporine din dibêjin ku jimar vê yekê pir zêdetir e.

Hikûmeta Demkî: Em ê pabendî peymana bi Erdogan re bimînin

Her çi qas bangên navdewletî ji bo vekişîna çeteyan hebin jî, lê tiştên li ser erdê diqewimin, van bangan pûç dikin.

Têkildarî rewşa dawî ya welat, Serokê Hikûmeta Demkî ya Lîbya Ebulhemîd El-Dibêbe ji telezîyona el-Cezîra re axivî û tê de têkiliya xwe ya xweş bi Tirkiyê re û her wiha nederketina wê ji Lîbyayê piştrast kir.

Jixwe ev daxuyanî ji ya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ne bi dûr e, ku Akar ji Lîbyayê bixwe ragihandibû, ew ê ji wir dernekevin.

El-Dibêbe da zanîn ku dê welatê wî parastina peymana berê ya navbera Erdogan û hikumeta Serac a Ixwanî bike û li gorî wê tev bigere.

Peymana behsa mijarê ku li ser parvekirinên derayayê pêk hatibû, rastî nerazîbûna Yûnanistanê hatibû û hikûmeta wî welatî ji ber vê peymanê balyozê xwe yê Lîbyayê vekişandibû.

El-Dibêbe helwesta Yûnanistanê ya derbarê peyamanê bi bîr xist û anî ziman ku nirxandina wan ji peyamanê re, ji ya Yûnanistanê cuda ye.

Çavdêr dibêjin ku wê Lîbya careke din bibe meydanek aloziya dîplomasî ya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de.

Her wekî li gel hewldanên xweşkirina têkiliyan bi Misirê re jî, çavdêr dibînin ku hebûna Tirkiyê li Lîbyayê ji bo Misirê, ji hebûna Ixwanan bi gelekî metirsîdartir e.

Back to top button