Mezlûm Ebdî tevlî civîna rêveberiyên sivîl yên Tebqayê bû

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, serdana rayedarên rêveberiyên sivîl yên bajarê Tebqayê kir. 

Ev serdan Sêşemê di dema civîna mehane ya saziyên rêveberiyên sivîl yên Tebqayê de, pêk hat.

Di civînê de, rapora karê sala borî hat xwendin û piştre kar, pirsgirêk û zehmetiyên ku sazî dikişînin, hatin nîqaşkirin.

Ji xwe ji mijarên sereke yên ku hatin vegotin jî, kêmkirina rêjeya ava Firatê bû; ku dewleta Tirk vê avê wekî alavekî şer li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

Di dawiyê de, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî teqez kir, ew ê li hember hemû gefên ku li dijî ewlehiya herêmê tên kirin, bisekinin.

Back to top button