Hikûmeta Şamê: Divê Tirkiyê para Sûriyê ji ava Firatê berde

Piştî bêdengiya 3 mehan, hikumeta Şamê bang li Tirkiyê kir ku para Sûriyê ji ava Firatê berde û civaka navnetewî jî dest lê werde..

Wezîrê Jêderên Avê yê hikumeta Şamê Temam Reid serdana parêzgeha Dêra Zorê kir da ku rêjeya ava çemê Firatê bişopîne û bandora wê li ser çandinî û ava vexwarinê nas bike.

Wezîrê hikumeta Şamê destnîşan kir, ji ber ku dewleta Tirk ava çem ji aliyê xwe ve qut kiriye, rêjeya ava Firatê kêm bûye.

Reid anî ziman ku berdewamkirina rewşê bi vê rengî gefê li ewlehiya avê li Reqa, Dêra Zor û Hesekê dixwe.

Her wiha Reid bang li Tirkiyê kir ku para adil û ya li ser hatiye lihevkirin a Sûriye û Iraqê berde.

Her wekî banga destwerdanê jî li civaka navdewletî kir.

Back to top button