Efxanistan…Talîbanê di nava 24 saetan de 100 êrîş pêk anîne

Ji çaxa Amerîka biryara vekişîna hêzên xwe ji Efxanistanê daye, êrîşên Tevgera Talîbanê duqat zêde bûne û heta niha zêdeyî 100 êrîşî pêk anîne.

Hikumeta Efxanistanê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de û li 26 wîlayetên welêt, hêzên Talîbanê zêdeyî 100 êrîşî birine ser hêz û saziyên ewlekariyê yên hikumeta Efxanistanê.

Li gorî berpirsine Efxan jî, di encama van êrîşan de, tevgera Talîbanê dest danî ser taxa Barka li bakurê welêt, tiştê hişt ku hêzên hikumetê bi paş de vekişin.

Bi qasî berpirsan ragihandiye, herî kêm 10 endamên ewlekariyê hatine kuştin û 16 endamên Talîbanê hatin dîlkirin.

Back to top button