ÇETEYÊN GIRÊDAYÎ DEWLETA TIRK HEWL DIDIN BI DARÊ ZORÊ MIZGEFTAN VEKIN

Kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê didomin.
Li navçeya Reco çete hewl didin bi darê zorê dest deynin ser xaniyan da ku veguherînin û weke mizgeft bi kar bînin.
Li gundê Dêwrîş jî çeteyan 3000 darên zeytûnan hil kirin.
Her wiha ji ber ku hemû alavên teknîkî yên bendava Meydankê ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn, îro ew bendav li ber hilweşînê ye.

Piştî ku şêniyên gundê Kûsa yê navçeya Reco nexwestin xaniyek ji xaniyên wan bibe mizgeft, rastî gefên çeteyan tên.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên bi navê “Feyleq El-Mijd” bi awayekî bê navber zorê li şêniyên gund dikin.

Sedema vê jî ew e şêniyên gund pêwîstiya hebûna mizgeftekê di gund de nabînin ji ber ku gund pir biçûk e.

Tê zanîn komên çete ji bo çûyûna şêniyan ji mizgeftan re zorê û fişaran li wan dikin.

Têkildarî mijarê, bi sedema pêxistina agirê Newrozê, çeteyan 3 xortên bi navê Xebat Bekir, Rêber Dawûd û Bedir Sîdo revandin.

Ji bo serbestberdana wan jî ji malbata her xortekî 150 hezar lîreyên Sûrî xwestin.

Şêniyên gundê Dêwrîş ê navçeya Şera jî derveyî gundê xwe mane.

Çeteyan dest danîne ser xaniyên gund û nahêlin şênî vegerin gund û xaniyên xwe.

DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ 3000 DARÊN ZEYTÛNAN HIL KIRIN

Her wiha hat zanîn ku 7 xortên vî gundî jî hatin revandin, lê hema navên wan ne diyar e.

Vê dawiyê jî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3 hezar darên zeytûnan ên gundê Dêwrîş hil kirin.

Hat zanîn ku çeteyên bi navê “El-Hemzat” darên zeytûnan ên şêniyên bi navê Hisên Îbiş û Ismaîl Sebrî Genco hil kirin.

BENDAVA MEYDANKÊ DI METRISIYA HILWEŞÎNÊ DE YE

Di mijareke din de, bendava Meydankê ya li navçeya Şera di metirsiya hilweşînê de ye.

Ji ber barîna barana zêde di rojên dawî de û ji ber dizîna çeteyên dewleta Tirk hemû alavên teknîkî û yên elektrîkê, metirsî heye ku ew bendav hilweşe.

Leave a Reply

Back to top button