Çavdêriya Sûrî: Meha Nîsana borî artêşa Tirk di nav de jinek 5 sivîl kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûc û hovîtiyên xwe yên li dijî welatiyên sivîl yên Sûriyê dewam dikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku meha nîsana îsal artêşa Tirk li herêmên dagirkirî di nav de jinek, 5 sivîl kuştin.

Li herêmên di bin serweriya dagirkeriya dewleta Tirk sûcên artêşa wê li dijî sivîlên Sûrî her diçe zêde dibin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan di bîlancoya xwe de sûcên kuştinê yên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Sûrî di meha Nîsanê de pêk anîne, eşker kir.

Çavdêriyê ragihand ku meha borî li herêmên dagirkirî û Idlibê, 5 sivîl bi guleyên leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriyê,

20’ê Nîsana borî, ciwanekî ji gundê Bizabor ê li Cebel El-Zewiyê li ser sînorê Tirkiyê bi guleyeke leşkerên Tirk hat kuştin.

22’ê Nîsanê, leşkerên Tirk jinek ji kampa Qah a li gundewarê Idlibê ya nêzî sînorê Tirkiyê dema ku di nav zeviyekê de kar dikir, kuşt.

Heman rojê, li herêma Girê Spî ya dagirkirî, ciwanekî ji Reqayê di bin êşkenceya artêşa Tirk hat kuştin.

24’ê Nîsanê, li sînorê Tirkiyê ciwanekî ji Idlibê bi guleya leşkerên Trik hat kuştin.

29’ê meha borî jî, li nêzî sînorê Tirkiyê, leşkerên Tirk kalemêrekî ji gundê El-Zof dema di nav zeviyê xwe de kar dikir kuşt.

Ji destpêka vê salê heya niha jê 7 zarok û 3 jin 20 sivîl hatin kuştin

Çavdêriyê da zanîn ku ji destpêka vê salê û heya niha li herêmên dagirkirî û Idlibê, artêşa Tirk di nav de 7 zarok û 3 jin 20 sivîlên Sûrî kuştine.

Back to top button