HPG: Li qada Zendûra a Metîna 7 dagirker hatin kuştin

Gerîla di çarçoveya pêngavên şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dane destpêkirin rojane derbên giran li dagiran dikin.
HPG’ê diyar kir gerîlayên YJA Starê roja 5’ê Gulanê li qada Zendûra ya Herêma Metîna li artêşa Tirk ya dagirker xistine û di encamê de 7 dagirker hatin kuştin.
HPG’ê bang li pêşmergeyan jî kir ku tevlî berxwedana dîrokî û neteweyî bibin û piştgiriyê bikin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê rojane bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
Artêşa Tirk a li van qadan asê maye rojane ji ber çalakiyên gerîla windahiyên mezin didin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser şer û çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazê Zagrosê û Cenga Xabûrê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 4 û 5’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Herêma Metîna 3 çalakîyên serketî kirin.

HPG’ê diyar kir 5’ê Gulanê gerîlayên YJA Starê li dagirkerên li Girê Şehîd Çiya ya devera Zendûra a Herêma Metînayê xistin û di encamê de 7 dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

HPG: Divê pêşmerge jî tevlî berxwedana dîrokî û netewî bibin

HPG’ê derbarê îdiayên hin dezgehên ragihandinê ku dihat gotin gerîla êrîşî pêşmergeyan kiriye, diyar ku hêzên gerîla li Sîdekan a Xinêrê êrîşî hêzên pêşmergeyan nekiriye û wiha hat gotin,

“Em gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaze Kurdistanê dagir bike, berxwedaneke dîrokî dikin. Ev berxwedaneke neteweyî û pîroz e. Em li bendê ne ku hêzên pêşmergeyan jî tevlî vê berxwedana dîrokî û neteweyî bibin û piştgiriyê bikin. Ger piştgiriyê nekin jî divê nekevin nav rewşa ku qada hêzên me teng bikin. Em dixwazin hemû kes helwesteke neteweyî nîşan bidin.”

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de jî diyar kir 5’ê Gulanê balefirên şer Girê Zendûra ya herêma Metîna bombebara kirin û ji ber vê bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button