YE bang li Îsraîlê kir dawî li çêkirina cihên nû yên bicihbûnê bîne

Yekîtiya Ewropa (YE) bang li Îsraîlê kir ku dawî li avakirina bicihkirinên nû yên li ser xaka Filistînê yên dagirkirî bîne.

Ji ofîsa Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derve yê YE Josep Borrell li ser mijarê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser avakirinên cihên nû yên li herêma Har Homa û wiha hate gotin:

Li herêma qala wê tê kirin, 450 avahiyên nû têne çêkirin.

Bi vê yekê re, tê plankirin xeta navbera Rojhilatê Qûdis û Beytullahim were girtin.

Dewlet li ser vê yekê jî ti hewildanên çareseriyê napejirîne.

Li herêmên Filistîn yên hatine dagirkirin û avakirina cihên nû weke derqanûnî jî hate pênasekirin.

YE di daxuyaniya xwe de careke din banga xwe ya rawestandina ji bo planên li ser herêmê ku ji aliyê Îsraîlê ve tê meşandin dubare kir.

Her wiha bang li hikumeta Îsraîlê hate kirin ku dawî li tundiya ku ser Filistîniyan pêk tîne bêne.

Tevî van bangan li rojhilatê Qûdisê hovîtiya leşkerên Îsraîl ya li dijî Filistîniyan jî didome.

Back to top button