Di êrîşa çeteyan li serorê Nîjerê de herî kêm 15 leşker hatin kuştin

Li Nîjerê rojên dawî êrişên çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê gelekî zêde bûne.
Li Nîjerê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê û êrişên çeteyên cîhadîst lê zêde bûne, hate ragihandin ku herî kêm 15 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya hikumetê doh, li herêma Tillaberi ya li ser sînorê Malî êriş li dijî yekîneyên leşkerî hate kirin û herî kêm 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyê di êrişê de 4 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş ji aliyê ‘kesên bi çekên giran’ ve hatiye kirin û di operasyonên piştî êrişê de gelek êrişkar hatine kuştin.

2’ê Gulanê jî di encama êrîşa li herêmê de 16 leşkerên Nîjeryayê hatibûn kuştin.

Li Nîjerê mehên dawî êrişên komên ser bi DAIŞ û El Qaîdeyê gelekî zêde bûne.

21’ê Adarê li gelek gund û gundikên li ser sînorê Malî êriş hatibûn kirin û 141 kes hatibûn qetilkirin.

Li ser sînorê Nîjeryayê jî êrişên çeteyên Boko Haram zêde bûne.

Back to top button