Misir encamên danûstandinên bi Tirkiyê re eşkere kirin

Piştî du rojan ji nîqaş û dan û standinên di navbera şandeyên Misir û Tirkiyê de, ku li Qahîra pêk hatin îro bi daxuyaniyekê ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Misirê hate eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kir ku di dan û standinan de behsa dozên dualî û dozên herêmî, bi taybet rewşa Lîbya, Sûriyê, Iraq û girîngiya pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêma rojhilatê Deryayê Spî hatin kirin.

Her wiha hate gotin ku her du alî dê encamên vê tora dan û standinan û lihevkirinên li ser gavên pêş binirxînin.

Ev dan û standin li Qahîra bi serokatiya Wezîrê Derve balyoz Hemdî Sened Loza û cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê balyoz Sadat Onal, hatin kirin.

Back to top button