Li Serê Kaniyê çeteyên Tirkiyê zarokekî 10 salî birîndar kir

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Serê Kaniyê ya dagirkirî zarokekî 10 salî gulebaran kir.

Ajansa nûçeyan HAWARê ragihand ku zarokê bi navê Dawûd Ehmed Şêx Bedran ê 10 salî li pêş mala xwe li taxa Zeredeşt rastî gulebaranê hat.

Li gorî çavkaniyê, gule li singa wî ketine û ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

SOHR: Mayînek teqiya, jê zarokek 4 sivîl birîndar bûn

Li herêmeke din a dagirkirî, Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li kampa Bab El-Selama ya kevin a li gundewarê bajarê Ezazê ya li bakurê Helebê mayînek teqiya.

Navendê diyar kir ku mayîn bi erebeyeke çeteyên dewleta Tirk ve teqiya û di nav de zarokek, 4 sivîl birîndar bûn.

Back to top button