DYA “Rewşa awarte ya nîştimanî” ya girêdayî Sûriyê dirêj kir

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden duh fermana dirêjkirina “rewşa awarte ya nîştimanî” ya girêdayî rewşên li Sûriyê, îmze kir.

Ev ferman, dihêle ku Amerîka heya saleke din cemidandina milk û sermayeyên kesên girêdayî hikûmeta Şamê, her wiha qedexekirina şandina hin hinardeyan bidomîne.

Di çarçoveyê de, Koşka Spî dibîne ku reftar û çalakiyên hikûmeta Şamê bi alîkariya Îran û Rûsyayê, li ser aborî û ewlehiya neteweyî û siyasî ya derve ya Amerîkayê, metirsiyek e.

Back to top button