Berazîlya..di şerê bi qaçaxçiyan re polîsek û derdora 25 kesî hatin kuştin

Li Brezîlyayê, hêzên artêşa welat li dijî komeke qaçaxçiyên narkotîkê, operasyoneke berfireh pêk anî, herî kêm 25 kes hat kuştin.

Duh li stasyoneke trînê li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê hêzên yekîneyên taybet yên artêşa welêt li dijî komên narkotîkê operasyoneke berfireh pêk anî.

Di encamê de, polîsek û herî kêm 25 endamên komê hatin kuştin û jimareke mezin jî ku hin ji wan sivîl in, birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya fermî ya artêşê, vê komê hewl dida zarokên biçûk tevlî xwe bike.

Back to top button