
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku Pentagon heya vê kêliyê ne binêt e mûşeka Çînî ya jirêderketî birûxîne.
Lloyd Austin di kongreyeke çapemeniyê de got ku tê payîn mûşek 8 an 9 vê mehê bikeve.
Austin diyar kir ku ew niha ne binêt in mûşekê birûxînin û hêvî kir ku li cihekî dûrî kombûna mirovan bikeve.
Çînê 29 Nîsana borî mûşeka “Long March 5B” ji navenda berdanê Wenchangê ya li girava Hainan a Ekawatorî berdabû valagehê, lê ji ber derketina pirsgirêkeke teknîkî, ji rêya xwe derket.