Ermenistan: Hîna aloziya Qerebaxê bi dawî nebûye

Tevî agirbesta ragihandî, hikumeta Ermenistanê teqez kir ku hîna aloziya herêma Qerebaxê bi dawî nebûye.

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ara Aivazian di hevdîtinekê li gel hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov de, anî ziman ku “şerê par ê navbera wan û Azerbeycanê hîna dawî lê nehatiye û mijara kontrolkirina wê jî hîna hilawestî ye”.

Aivazian diyar kir ku divê ev pirsgirêk bi rêya danûstandinên aştiyane û li gorî dilê hemû aliyan were bidawîkirin.

Wezîrê Ermen, çareserkirina vê yekê jî bi vîna gelê Ermen ên ku li herêma Qerebaxê dijîn ve girêda; ku divê rewş li gorî şêniyên herêmê were çareserkirin.

Lê Lavrov anî ziman ku agirbest hîna li dar e û rewş pir asa ye.

Back to top button