HPG: 12 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên Başûrê Kurdistanê di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime. Di heman demê de li bakurê Kurdistanê jî gerîla derbên giran li artêşa Tirk dide.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên gerîla de 12 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li bakur û başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Ji Bakur heta Başûr artêşa Tirk a dagirker ji ber çalakiyên gerîla windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye” de çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ji Zagrosan heta Botanê dewam dikin.

HPG’ê destnîşan kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 6’ê Gulanê li Girê Zendûra a Herêma Metîna 3 caran bi awayekî serketî li dagirkeran xistiye.

HPG’ê ragihand ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên berxwedana qada Mamreşo a Avaşînê hatine lidarxistin.

HPG’ê diyar kir 1’ê Gulanê li dijî dagirkerên li qada Deriyê Wara a herêma Cûdî çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de 6’ê Gulanê hêzên gerîla li dijî dagirkerên li Girê Zendûra a Piçûk û Zendûra a Mezin çalakî pêk anîn.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî ev agahî parve kir,

“6’ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li Qela Mamreşo û Girê Şehîd Mûnzûr bi doçkayan çalakî hate kirin.

6’ê Gulanê hêzên me yên YJA Starê li herêma Avaşînê bi hawanan li dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar xistin.

6’ê Gulanê li qada Aris Faris a herêma Avaşînê di encama çalakiyên gerîla de 5 dagirker hatin kuştin. Artêşa Tirk a ku derbên giran xwar careke din gazên jehrî bikaranîn.

6’ê Gulanê li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan çalakiyek hate lidarxistin. Di encamê de 6 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat diyar kirin

5’ê Gulanê herêma Avaşînê,

6’ê Gulanê Girê Zendûra yê herêma Metînayê,

6’ê Gulanê Girê Şehîd Mervan yê herêma Avaşînê û

7’ê Gulanê qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van bombebaranan ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.

Back to top button