Ji bo şehîd Zafer Tolhildan merasîmeke xiyabî hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel HPG’ê şehîd Zafer Tolhildan li Qamişloyê li dar xist.

Gerîlayê HPG’ê Mihemed Hisên bi nasnav Zafer Tolhildan di 3’ê Gulanê de di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Avaşîn de şehîd bû.

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê li dar ket.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û berxwedana şervanên azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Merasîm bi sloganên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

Back to top button