Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev ên li derdora çiyayê Zawiyê û Hezarîn ên Idlibê topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şeva din û vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitêra, Şenan, Serce, Filêfil û Bênîn ên çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kirin.
Çeteyên dewleta Tirk jî cih û deverên hêzên hikumetê yên li derdora Hezarîn a Idlibê bi moşekan kirin hedef.
Navenda Çavdêriyê duh jî ragihandibû hêzên hikumeta Şamê erebeyek sivîlan ku li ser rêya di navbera Maret Nûman û Ketiyan ê li rojhilatê Idlibê re derbas dibû, kirin hedef.
Di encamê de welatiyek hat kuştin û 3 kesên din ên di erebeyê de birîndar bûn.