CPJ: Girêdana hikumeta Başûr bi azadiya rojanemgeriyê gotinên valan e

Derbarê biryara dadgeha Başûrê Kurtistanê ya erêkirina cezayê girtiyên Behdînanê, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) got: “Girêdana hikumeta Başûr ya bi azadiya rojanemgeriyê ve tenê gotinên valan e.
YNK’ê jî derbarê erêkirina cezayê rojnameger û çalakvanên Behdînanê de, bang li parlamentoyê kir ku helwesteke cidî nîşan bide.

16’ê sibata 2021’an Dadgeha Ceza ya Hewlêrê ser girtiyên Behdînanê Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm 6 sal cezayê girtîgehê birîbû.

Piştî biryarê serî li Dadgeha Temîzê ya Başûrê Kurdistanê hate dayîn û dadgehê duh biyara xwe dabû.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temîzê ya ev cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînanê erê kir.

Derbarê mijarê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) got ku girêdana hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi azadiya rojanemgeriyê ve tenê gotinên valen e.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) bang li hikûmeta Başûr kir ku biryara cezayê betal bike û girtiyan berde.

YNK’ê bang li parlementoyê kir ku helwesteke cidî nîşan bide

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) jî bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûna xwe ya hemberî biryara Dadgeha Temîz ya Herêmê anî ziman.

YNK’ê got ku pêşhatinên bi vî awayî li ser serweriya dadgehê, pîvanên mafê mirov, demokrasî û azadiya fikir ya li herêmê metirsiyeke mezin e.

YNK’ê bang li parlamentoyê kir ku derbarê mijarê xwedî helwesteke cidî be û serokatiya herêmê jî desthilatdariya xwe ya yasayî bi kar bîne û lêborîna taybet ji bo girtiyan derbixe.

Back to top button