Xameneyî: Îsraîl ne dewlet lê bingehek terorîstan e

Nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê jî dewam dikin.
Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistiniyan banga têkoşînê kir.

Ayetullah Elî Xameneyî têkildarî vê yekê ji televsiona dewletê re axivî û wiha got:

Ev têkoşîna li dijî deshilat û terorê ye. Li dijî rejîmê parastin erêkê giştî ye.

Elî Xameneyî ku di roja Îniya dawî ya cejna remezanê de ku weke Roja Qûdisê tê naskirin de diyar kir ku hevkariya welatên Misilman ya di mijara Qûdisê de kabûsa Siyonîstê ye.

Elî Xameneyî anî ziman ku ew Îsraîlê weke dewletê nabînin û piştevaniya komên Filistînî û Lubnanî yên li dijî Îsraîlê dikin.

Ji ber metirsiya vîrûsa Corona îsal Roja Qûdisê nehate pîrozkirin.

Lê ev roj li kolanên Tahranê bi hildana laên Filistîn û Hizbullaha Libnanê hate pîrozkirin.

NY: Di be zexta Îsraîl weke sucê şer were dîtin

Li aliyekê din NY jî li ser zexta Îsraîl ya li dijî Filistîniyan ew hişyar kir.

NY ragihand ku dibe hewildanên derxistina Filistîniyên li Rojhilatê Qûdisê ku ji aliyê Îsraîlê ve pêk tê, weke sûcê şer were dîtin.

Back to top button