LI MINBICÊ LI DIJÎ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ ÊRÎŞEK PÊK HAT

Li Minbicê li dijî bendeke kontrolê ya hêzên erka xweparastinê êrîşek pêk hat.
Di encamê de 7 leşkerên erka xweparastinê şehîd bûn.

Şevê din, şaneyên razayî yên DAIŞ’ê êrîşî bendekî kontrolê yê Hêzên Erkaxweparastinê li çerxereya Şerîa ya Minnicê kirin.

Di encamê de, 7 şervan şehîd bûn..

Têkildarî bûyerê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got..

Ev êrîş dûrî pîvanên mirovahiyê ye.

Em kirinê bi vî rengî şermezar dikin..

Aramnca êrîşê têkbirina ewlehiya bajarê me ye.

Lê belê ev ye israra me ya dewamkirina riya me, zêde dike..

Rêveberiya Minbicê dawiyê, teqez kir ku, kîjan aliyê çavê xwe berdaye herêmê û hewl dide aramiya wê têk bibe, ew ê li pêşiya wan bisekinin..

Bajarê Minbicê di bin gefên dewleta Tirk de ye û demên dawî , gelek şaneyên razayî yên girêdayî dagirkeriyê, teqîn pêk anîn.

Çavakniyên ji Minbicê dibêjin ku, hejmareke komên çete yên dewleta Tirk bi destê hêzên ewlekariyê hatine girtin û li kirinên bi vî rengî mikur hatine..

Leave a Reply

Back to top button