Li Meksîk Jimara qurbanan piştî mirina birîndarekî bû 26

Jimara qurbanên rûdana tirêna Meksîkayê piştî mirina siwarekî birîndar, bû 26.

Piştî wefata birîndarekî li nexweşxaneyê, jimara qurbanan duh bû 26 û 33 kes jî hê li nexweşxaneyê ne.

Bûyera Meksîko City, 3 vê mehê bi dema Meksîkayê nêzî stasyona Olivusê ji ber ketina pira tirênê rû dabû.

Di çarçoveyê de, duh bi sedan welatî ji bo qerebûkirina malbatên qurbanan, daketin kolanan.

Li wir di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Li gorî agahiyan, bûyera navborî ne jixweber, ji ber paşguhkirinê rû daye.

Back to top button