Li Qudisê şer: Zêdeyî 205 kes birîndar bûn

Li bajarê Qudis ê bi dîn hatiye parçekirin, carek din di nava aloziyê de maye. Terora leşkerên Îsraîl ya li ser Filistîniyan rê li ber hêrseke zêde vekir.

Leşkerên Îsraîlê avêrtin ser Mescît-î Aksa û zeyî 200 kes birîndar bûn. Filistîniyan jî bi keviran li dijî terora Îsraîlê hewil dan rawestin.

Êrîşker diyare û dîmen jî qet ne xerîbe.

Li Qudisê careke din terora Îsraîl ya li dijî Filistîniyan hebû.

Li bajarê kevnar yê ji bo Yahûdî û Misilmanan cihê herî girîng ê îbadetê ye şer ji nû ve destpê kir.

Şerê ku mehên borî ji ber qedexeya ketina hundir a herêmê derketibû, bi vekirina ketina herêmê ya hefteya borî kêmtir bûbû.

Li gorî daxuyaniya Xaça Sor a Filistîn kirî, duh şev de li herêma Mizgefta Mescît-î Aksa, di navbera polîsên Îsraîl û xwepêşanderên Filistînî de şerekî dijwar qewimî ye.

Hat gotin zêdeyî 205 kes kes birîndar bûne.

Xaça Sorê ragihand ku ji birîndaran nêzî 88 kes rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî polîsên Îsraîlê jî, di şer de bi kêmanî 17 polîsên wan birîndar bûne.

Serokê Konseya Rêveberiya Xweser ya Filistînê Mihmud Ebbas Îsraîl weke berpirsyarê sereke ji aloziyê dît.

Tevgera Hemasê jî di daxuyaniya xwe ya dayî de got:

Îsraîl wê berdêla tişta dike bide.

Li bajarê kevin Mizgefta Kubbet-us-Sehra, Mescît-î Aksa, dîsa Girê Perestgeh û Dîwarê Girînê ya ji bo Yahûdiyan cihên pîroz û dîsa Dêra Pîroz a Kabîr ji bo Xiristiyanan girîng jî heye.

Back to top button