Ji cihanê terora Îsraîlê hat şermezarkirin

Terora Îsraîl ya li dijî Filistîniyan li nava cîhanê jî rastî bertekan hat. NY, YE û gelek welatên cihanê fikarên xwe yên li ser êrişên Îsraîlê anîn ziman.

Êrîşa li ser Mescît-î Aksa weke binpêkirina mafê mirovan hate dîtin û bi tundî hate şermezarkirin.

Terora Îsraîl ya li dijî Filistîniyan li nava cîhanê jî rastî bertekan hat.

Careke din berteka herî tund ya li ser mijarê ji Îranê hat.

Îran ev yek weke sucê şer binav kir û li hemberî bêhelwestiya NY bertek nîşan da.

Îranê got:

Bi vê êrîşê re careke din şêwazê nerawa yê rejîma siyonîst derketiye pêş cîhanê.

Wezareta Derve ya Urdunê jî alozî weke binpêkirinên li ser Filîstiniyan pênase kir.

Ji Tirkiyê jî berteka li dijî terora Îsraîlê derket.

Dewleta Tirk ya bi veşartî li gel Îsraîlê ketiye nava danûstandinan careke din xwest xwe weke xwediyê Filistîniyan nîşan bide.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke şermezarkirinê helwesta xwe nîşan da.

Enqerê xwest tavilê dawî li vê aloziyê were anîn.

Heman bertek ji Pakistanê jî derket.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê di daxuyaniya weşandî de ragihand ku êrîşa li dijî Filistîniyan ku li Mescît-î Aksa pêk hatî binpêkirina mafê mirovane.

Koordînatorê NY yê Taybet bi Pêvajoya Aştiyê yê Rojhilata Navîn Tor Vennesland
îşaret bi tundî û aloziya li Qudisê kir û bang li aliyan kir ku her kes bi berpirsyartî bigere.

Yekîtiya Ewropa jî li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Yekîtiyê ji aliyan xwest ku di zutirîn demê de ji bo kêmkirina aloziya heyî bikevin tevgerê.

YE kiryarên Îsraîl yên derxistina malabtên Filistînî ji Şêx Cerahê bi bêqanûnî binav kir û got:

Ev yek aloziya heyî hîn mezintir dike.

Her wiha DYA di nav de gelek welatên cîhanê jî li ser rewşa heyî fikarên xwe anîn ziman.

Back to top button