Koşka Spî: Îran li mercên peymana nukleerî vegere em amade ne cezayan rakin

Di nava Waşîngton û Tahranê de sarbûna heyî hêdî hêdî derbas dibe. Yan jî wisan tê xuyakirin.

Rêvberiya DYA careke din teqezî li ser wê yekê kir ku ew amade ne cezayên li dijî Îranê bi dawî bikin. Berdevka Koşka Spî Psaki ragihand ku ger Tehran mercên peymana nukleerî pêk bîne, em amade ne cezayan rakin.

Tora CNN jî got, rêveberiya Amerîka xwe amade dike ku 1 milyar dolar pereyê Îran yê di bankan de hatî cemidandin serbest berde.

Vegera li peymana nukleerî ya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de, weke yek ji rêyên kêmkirina aloziya li Rojhilata Navîn tê dîtin.

Bi hatina rêvebeirya nû ya Amerîkayê re, ji bo vegera li peymanê xebat têne kirin.

Di vê çarçoveyê de li Viyana danûstandinên navbera aliyan pêk tên.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de, li ser mijarê agahiyên dawî parve kir.

Jen Psaki diyar kir ku ew amade ne di encama civînên li Viyana de cezayên li ser Îranê rakirin.

Em derbarê vekişîna Îran ya li peymana nukleerî bi hevre di axivin. Ger Îran di çarçoveya bernameya peymana nukleerî de vegere, em jî wê weke encama vê amade bin ku cezayên heyî rakin.

Psaki anî ziman ku ew li gavên şînber yên vegera Îranê li peymana nukleerî digerin û got:

Me dizanî wê pêvajoya hevdîtinên li Viyana dirêj û zehmet bin.

Îran: DYA amade ye beşek ji cezayên ser welat rake

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Ebas Ereqçî jî biriya niha gotibû, DYA amade ye ku beşeke mezin ya ji cezayên ku li ser welatî wî ferzkiriye rake.

CNN: DYA xwe amade dike destê xwe ji ser 1 milyar dolarê Îranê rake

Di demeke ev nîşaş germbûyî de, tora CNN îdiayek nû avêt naverastê.

CNN’ê ragihand ku di demeke ku hevdîtinên navbera aliyan li Viyana didomin de, rêveberiya DYA xwe amade dike ku 1 milyar dolarê Îran yê li bankan ku hatî cemidandin serbest berde.

ÎRan: Dema dawî ya ji bo Waşîngtonê 24 Gulanê ye

Wezîrê Komisyona Polîtîkayên Derve û Meclisa Ewlekariyê yê Îranê Mucteba Zunnur gef li Waşîngtonê xwar û got:

Ger heta 24’ê Gulanê hevîdtinên li Viyana negihêjin encamekê wê karê çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navnetewî werin sînordarkirin.

Back to top button