Balafirên şer yên Tirkiyê herêma Asos û deverên bi ser Hewlêrê bombebaran kirin

Endamê Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Cewher Şikûr li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan jî diyar kir ku wê gerîla berxwedana xwe heya serketinê bidomînin.

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk rêze çiyayên Asos ya dikeve herêma Pişder ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk deverên Sirtî Zirar û Zobî Royalan ên herêma Biradost a Hewlêrê jî topbaran kirin.

Partiya Komunîst: Divê gelê Kurd li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bike

Endamê Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Cewher Şikûr li dijî êrîşên Tirkiyê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.

Cewher Şikûr got ku “Yekgirtin, yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan di vê dema hestiyar de li dijî dijminê dagirker gelekî pêwîst e.”

Cewher Şikûr her wiha anî ziman ku divê hikûmeta Iraqê bêdengiya xwe bişkîne û li xaka Başûrê Kurdistanê xwedî derkeve.

Back to top button