Artêşa Iraqê li Kerkûkê 3 serçeteyên DAIŞ’ê girtin

Artêşa Iraqê rigihand ku hêzên wan li Kerkûkê 3 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.

Şaneya şer ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên îstîxbarata Iraqê 3 serçeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê girtin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku yek ji çeteyan di warê ewlekarî de ser bi dîwana leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê kar dikir û beriya wê jî şêwirmendê asayîşê ya karê DAIŞ’ê li Daqoqê bû.

Hate gotin ku serçeteye din jî di aliyê îdarî de kar ji bo dîwana leşkerî ya DAIŞ’ê dikir û şêwirmendê îdareya giştî ya herêma Başûr Rojavayê Kerkûkê bû.

Back to top button