Şaredariya Gel li Hecînê dest bi xebatên paqijiyê kir

Şaredariya Gel a Hecîne bi nêzbûna cejna Remezanê dest bi xebatên paqijyê kir.

Xebatên paqijyê bi dirûşma “Dest bi dest ji bo jîngeheke paqij” dest pê kir.

Xebatên paqijiyê kolanên sûkê, kolana 20’an, El-Qilê û kolanên şaxî, kolanên sereke di nava bajarokê Hecînê yê Dêrazorê daye ber xwe.

Berpirsên xebatên paqijiyê diyar kir ji ber kombûna çopan di nava bajêr de û nêzîkbûna cejnê dest bi xebatên paqijiyê kirine.

Xebatên paqijiyê dê 2 rojan dewam bikin.

Back to top button