Serokdewletê Kolombiya Duque: Em ê aramiyê pêk bînin

Li Kolombiya çalakiyên bixwîn, welat aniye ber krîzê. Di roja 9. a çalakiyan de, careke din li welat hêrsa li dijî hikumetê hebû.

Serokdewletê Kolombiya Ivan Duque ji bo dawî anîna li xwepêşandanan bi liderên çalakgeran re civiyan.

Ivan Duque piştî civînê derket pêşiya çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Duque diyar kir ku çalakgeran daxwaza berdana kesên hatîn girtin kirine û ji bo dawî li krîza heyî were anîn, got, wê hemû hêza siyasî were bikaranîn.

Serokdewletê Kolombiya îdia kir ku li paytext Bogota û beşek bajarên din ji ber aloziya heyî zehmetiyên jiyanî zêde bûne.

Di vê navberê de di encama çalakiyên ku ji 28’ê Nîsanê ve despêkirî jî zelaltir dibe.

Heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha tevî birîndarbûna zêdeyî hezar kesî, agahî ji 90 kesî jî nayê girtin.

Li Amarîka ji bo piştevaniya bi Kolombiya re bi hezar kes meşiyan

Li bajarê New York City yê DYA û paytexta Arjantîn Buenos Aîres ji bo piştavaniya bi xwepêşandanên li Kolombiya re bi hezaran kes meşiyan.

Back to top button