YNK: BÊYÎ ME WÊ TI BIRYAR BISERNEKEVIN

Li Başûrê Kurdistanê 176 roj li ser hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbas dibin.
Heta niha li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê, PDK’ê û YNK’ê li hev nekirine.
YNK’ê diyar kir ku wê bêyî wan ti biryar bisernekevin.

Cîgirê Rêveberê Malbenda 3 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê Dr. Rêbwar Îsmaîl têkildarî mijarê ji Ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Em hemû dizanin ku serokatiya Herêma Kurdistanê û yasaya wê mijarekî nîştimanî ye.

divê lihevkirin li ser were kirin.

Eger PDK hewl bide bi riya hinek kursiyan vê yasayê derbas bike, divê xwe ji pirsgirêkan biparêze. Li Kurdistanê YNK hêzekî mezine, bêyî YNK’ê ti biryar wê bi ser nekevin.”

Leave a Reply

Back to top button