Biden: civîna min li gel Putin wê di Hezîranê de pêk were

Piştî gefxwarin û tewambariyên zêde, Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin li hev dicivin. Biden got, hevdîtin wê meha Hezîranê pêk were.

Joe Biden li Koşka Spî di dema eşkerekirina rapora miha Nîsanê ya ji bo karkirinê de, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Biden careke din daxwaza xwe ya hevdîtina li gel Putin anî ziman û wiha got:

Ez daxwaza xwe ya hevdîtina li gel Putin careke din dubare dikim.

Serokê DYA diyar kir ku wê civîn di meha Hezîranê de pêk were lê têkildarî roja civînê ti agahî parve nekir.

Biden anî ziman ku beriya niha jimara leşkerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna zêdetir bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki ji di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku heta niha nehatiye teqezkirin ku wê civîn di meha pêş de pêk were.

Kremlin: Ji bo hevdtina Putin-Biden tiştekî diyar nîne

Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov jî ragihand ku ew li ser mijara hevdîtina navbera Putin û Biden de analîzan dikin.

Li gorî axatina Peskov ya di çapemeniya welat de, hîna daxwaza hevdîtinê ya Biden ne hatiye pejirandin.

Back to top button