Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî lêborîn ji Navalny xwest

Rxistina Efuyê ya Navneteweyî lêborîn ji pêşengê muxalefeta Rûsî Alexei Navalny xwest û biryar da careke din sifetê ‘girtiyê nerînê’ bide wî.

Rûxistina Efyuyê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî lêhûrbûnên berfireh, wan biryar da ku careke din sifeta “girtiyê nerînê” bide Navalny.

Rêxistinê da zanîn ku hikumeta Rûsî û alîgirên wê biryara 24’ê Sibatê bi kar tanîn da ku hîn zêdetir mafên Navalny bin pê bikin.

Rûxistina Efuya Navnetewî ji ber biyara xwe ya derbarê Navalny de lêborîn ji wî û alîgirên wî xwest.

Serokê Tîma Taybet a Navalny Leonid Volkov derbarê vê yekê de li ser Twiterê peyamek weşand û wiha got:

Naskirina şaşitiyan û derbaskirina wan, sifeta herî sereke yê ku kesên normal ji ya Putin e.”

24’ê Sibatê rêxistinê ragihand ku ji ber hinek gotinên “kînê” ku dihatin dîtin, Navalny ji nava girtiyên fikrê derxsitibû.

Back to top button