KNK’ê ji rêveberên Başûr xwest ku bila girtiyên Behdînanê berde

Derbarê biryara girtîgehê ya ser girtiyên Behdînanê, KNK’ê nerazîbûnê xwe nîşan da û ji rêveberên Başûrê Kurdistanê xwest ku bila grtiyan berde. Balyozxaneya Kanada ya Bexdayê jî got kir ku Kanada ji ber cezakirina rojnameger û çalakvanên li Başûrê Kurdistanê gelek bi fikar e.

Rêxistina Tîmên Çêkerên Aştiyê yên Xiristiyanî ya li Başûrê Kurdistanê banga derxistina efûyekê ji bo girtiyan kir.

Roja 16’ê sibata 2021 Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li her yek Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Piştî biryarê serî li Dadgeha Temîzê ya herêmê hate dayîn, dadgehê ceza erê kir.

Piştî erêkirinê jî bertek zêde bûn.

Komisyona Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê derbarê mijarê daxuyaniyek da.

Komisyona Mafên Mirovan a KNK’ê girtina rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ji rêveberên Başûrê Kurdistanê xwest ku bila girtiyên Behdînanê berde.

Komisyona Mafên Mirovan a KNK’ê piştgiriya xwe ji bo hemû dengen dilsoz û mafxwaz û rêxistiyên mafê mirovan yên Kurdistanê û hemû rêxistitiyên navdewletî anî ziman.

Kanada ji ber cezakirina rojnameger û çalakvanan bi fikar e

Balyozxaneya Kanada ya Bexdayê jî diyar kir ku Kanada ji ber cezakirina rojnameger û çalakvanên li Başûrê Kurdistanê gelek bi fikar e û got ku ragihandina azad a serbixwe hîmê demokrasiyê ye.

Tîmên Çêkerên Aştiyê yên Xiristiyanî banga derxistina efûyekê ji bo girtiyan kir

Her wiha Rêxistina bi navê Tîmên Çêkerên Aştiyê yên Xiristiyanî ya li Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku ku hikûmeta herêmê dadgehê ji bo çewisandina azadiya ramanê bi kar tîne û tenê dadgehê biryara hikûmetê erê kir.

Tîmên Çêkerên Aştiyê yên Xiristiyanî got ku ger dadgeh nekaribin li hemberî desthilat û tola siyasî ya hizbên siyasî mafê civaka sivîl biparêze, başe wê kî bikare vê yekê bike.

Rêxistina Tîmên Çêkerên Aştiyê yên Xiristiyanî ya li Başûrê Kurdistanê bang li serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî kir ku rêz li soza xwe ya ji bo parastian azadiya fikir bigre û desthilata xwe ya ji bo derxistina biryara efûkirinê ji bo girtiyên Behdînanê derxe.

Back to top button