YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN 17. SALVEGERA KOÇA HELBESTVAN SEYDAYÊ TÎRÊJ BI BÎR ANÎ

Yekîtiya Rewşenbîran a şaxê Hesekê helbestvanê navdar Seydayê Tîrêj di salvegera koça wî ya 17’emîn de bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a li taxa Miftî hat lidarxistin.

Gelek şênî, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de li ser navên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, malbata Seydayê Tîrêj, û Yekîtiya Rewşenbîran a Amûdê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn berhem û keda Seydayê Tirêj ji bo vejandina çand û helbesta Kurdî bi bîr xistin.

Di dawiya merasîmê de Yekîtiya Rewşenbîran helbestvan Ferîd Cizîrî xelat kir.

Helbestvan Seydayê Tîrêj ku navê wî yê rastîn Mele Nayif Hiso ye, di sala 1923`yan de li gundê Necmok ê girêdayî kantona Qamişlo ji dayîk bûye.

Seydayê Tîrêj 23`yê Adara 2002`yan koça dawî kir.

Leave a Reply

Back to top button