Piştî Amerîka, Almanya û Kanadayê, Fransayê jî der barê cezakirina çalakvan û rojnamegerên Behdînanê de nerazîbûna xwe anî ziman.
Balyozxaneya Fransa ya li Hewlêrê der barê girtiyên Behdînanê yên li dadgeha Temîzê ya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û got:
“Em ji biryara dadgeha Temîzê ya der barê 5 rojnameger û çalakgerên sivîl ên Herêma Kurdistanê de bi-fikar in.”
Balyozxaneyê her wiha diyar kir ku ew cihekî taybet didin azadiya fikir û xwepêşandanan.