Parlamentereke Swîsreyê pêşnûmeyek pêşkêşî meclisa Federal kir

Parlamentera Federal a Swîsreyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Parlamentera Swîsreyî Fehlmann Rielle Laurence roja 5’ê Gulanê, pêşnûmeyek bi sernavê “Divê em rêberê Kurd Abdullah Ocalan ji nava tecrîdê derxînin” pêşkêşî Meclisa Federal kir.

Di pêşnûmeyê de hate gotin, “Divê Konseya Federal li ser rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi rayedarên dewleta Tirk re dest bi hevdîtinan bike”.

Hat teqezkirin ku, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û peymanên navneteweyî binpê dike.

Parlamentera Swîsreyî bi bîr xist ku rewşa awarte di Tîrmeha 2019’an de hate rakirin, lê belê hîn jî serdana parêzer û malbatan têne astengkirin.

Back to top button