Enqere gef li DYA xwar: Ti kes nikare me ji bernameya F-35 derxe

Piştî nûçeyên derxistina wê ji bernameya balafirên F-35 ên Amerîkî, Tirkiye gef lê xwar û diyar kir ku ti alî nikarin wan ji bernameya F-35 derxe. 

Di meha Nîsanê de, çapemeniya Tirkiyê li ser zimanê berpirsekî Amerîkî ragihand ku Waşington Enqere agahdar kiriye, ku ew ji bernameya F-35 hatiye derxistin.

Şêwirmendê Pîşeya Parastinê yê Serokatiya Tirkiyê Îsmaîl Demîr şevê din ji rojnamevanan re axivî û îdia kir ku derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 dereqanûnî ye.

Demîr got:

“Li gorî peymanê, derxistina aliyekî ji bernameyê divê di civînekê ku hemû alî tê de beşdar bin, pêk were û ti alî nikare me ji bernameyê derxîne.”

Back to top button