Hunermendên Silêmaniyê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Hunermendên Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û li dijî dagirkeriyê banga helwestê ji gelê Kurd kir.

Hunermendên Kurd li Parka Azadî ya Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daxuyanî da û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan da.

Hunermendan bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk çend caran çekên kîmawî bi kar aniyê û serweriya xaka Iraqê binpê kiriye.

Hunermendan her wiha ji ber bêdengiya partî, hêz û ragihandina bi ser partiyan ve, mixabîniya xwe anî ziman.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku parastina welat erka her kesî ye û daxwaza helwestê ji gelê Kurd hat kirin.

Back to top button