HPG: LI Avaşîn û Xakurkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi pêngavên şoreşgerî bersiva êrîşên dagirkeriyê didin. Li gelek herêmên başûrê Kurdistanê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime. HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîla de li Avaşîn û Xakurkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi pêngavên şoreşgerî li başûrê Kurdistanê rojane bersivê êrîşan dide û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

Hat diyar kirin di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de li dijî dagirkeran çalakiyên gerîla yên hewayî û bejahî dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9’ê Gulanê li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê 3 çalakîyên hewayî kirin û derb li dagirkeran hate xistin.

HPG’ê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê’ de jî ev agahî parve kir,

“7’ê Gulanê herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş çalakiyek hate lidarxistin û di encama çalakiyê de leşkerekî dagirker hate kuştin.

Heman rojê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan li dijî du kozîkan çalakiyek hate kirin û di encama vê çalakiyê de jî 6 leşkerên dagirker hatin kuştin.

8’ê Gulanê li herêma Avaşînê jî li dijî dagirkeran bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dagirker hate kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Hate diyar kirin roja 7 û 8’ê Gulanê herêmên Metîna, Garê, Xakurkê hatin bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn di encama van êrîşan de ti ziyan bi hêzên gerîla nebûye.

Back to top button